Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê sazîyeke sivîl e ku xebatan ji bo pêşvebirina jîyaneke pirziman û pirçand û demokratîk d**e.

Enstîtu; di xebatên xwe de pirrengî û pirdengîyê esas digire, her cure nijadperestî û zayendperestîyê red d**e. Gelî mêvanên malpera Ensîtuya Kurdî ya Stenbolê hûn bi xêr hatine ser malpera me! Em hêvî dikin serdana we bo malpera me, bi kêrî we were. Emdixwazin di serî de Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hinekî bi we bidin nasîn. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di 18’ê avrêla 1992’yan de bi pêşengiya hinek

rewşenbîrên mîna Mûsa Anter, Feqî Huseyn Sagniç, Cemşîd Bender, Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Gurbuz hate avakirin. Serokê pêşîn ê Enstîtuya Kurdî Mûsa Anter e. Mûsa Anter di nav gelê kurd de bi navê “Apê Mûsa” nav û dengê wî navdar bûye. Piştî Apê Mûsa jî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê digel hemû astengiyên li ber ziman û nasnameya kurdan, der barê ziman, wêje û dîroka kurdî de xebatên xwe yên lêkolînî domandin. Di sêrî de du ferhengên mezin ên duzimanî (kurdî-tirkî/ tirkî kurdî), ferhengên biwêj û gotinên pêşiyan, pirtûka rêzimana kurdî, pirtûkên fêrkirina kurdî, dîroka wêjeya kurdî gelek berhemên giranbuha weşandin. Her wiha rêveberên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi panel, semîner, konferansan hişyarî û hişmendiya parastin û pêşvebirina dîrok, ziman û wêjeya kurdî li nav gel belav kir. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji roja ku hatiye avakirin bi vir de di warê fêrkirina kurdî de xebatan dimeşîne. Îro salane nêzî hezar kes beşdarî kursên Enstîtuya Kurdî yên bi kurmancî û kirmanckî dibin, di wan kursan de zimanê kurdî hîn dibin. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji sala 1994’an bi vir de kovareke bi navê ZEND derdixe. Di vê kovarê de jî gotarên lêkolînî yên der barê ziman, wêje, dîrok û perwerdehiyê de têne weşandin. Bi riya vê kovarê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dixwaze bingeha xebatên akademîk ên bi zimanê kurdî xurt û tekûz bike û ji berhemên lêkolînerên kurd re bibe wargehek. Gelî mêvanên malpera Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, hûn dikarin di ser vê malparê re xebat û çalakiyên Enstîtuya Kurdî bişopînin, berhemên Enstîtuya Kurdî bixwazin û ji bo fêrbûna kurdî serî li kursên kurdî (kurmancî û kirmanckî/zazakî) bidin. Her wiha hûn dikarin gotarên xwe yên lêkolînî ji kovara ZEND re bişînin. Ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî, ji bo avakirina bingeha xebatên akademîk bi zimanê kurdî, hûn jî dikarin beşdarî xebatên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bibin. Deriyê Ensîtuya Kurdî ya Stenbolê ji hemû lêkolîneran û berhemên lêkolînerî re vekirî ye. Hûn dikarin di ser vê malperê re xwe bigihînin me. Ligel silavên dilgermîn

Bimînin di nav xêr û xweşiyê de...

Em bi bernameyekê cejna zimanê xwe pîroz dikin û bawernameyên mamosteyên   yên nû didin. Kerem bikin werin em bi hev re ...
18/05/2023

Em bi bernameyekê cejna zimanê xwe pîroz dikin û bawernameyên mamosteyên yên nû didin. Kerem bikin werin em bi hev re demeke xweş derbas bikin.
📍 Navenda Çanda Mezopotamyayê
🗓️ 20/05/2023
⏰ 17:00

Em    li hemû karker û kedkaran pîroz dikin. Em ê bi têkoşîn û hevgirtina xwe cîhaneke wisa ava bikin ku tê de kedxwarî ...
01/05/2023

Em li hemû karker û kedkaran pîroz dikin. Em ê bi têkoşîn û hevgirtina xwe cîhaneke wisa ava bikin ku tê de kedxwarî tune be, jiyaneke mirovane û azad serwer be. Bijî 1ê Gulanê! Bicuwîyo 1ê Gulane!

Bi hêvîya welatêko azad û cuyêka seyyewbîne seba şarê ma û pêro şaranê bindestan, ma roşanê şima yê Remezanî pîroz kenîm...
21/04/2023

Bi hêvîya welatêko azad û cuyêka seyyewbîne seba şarê ma û pêro şaranê bindestan, ma roşanê şima yê Remezanî pîroz kenîme.
-
Bi hêviya welatekî azad û jiyaneke wekhev bo gelê me û hemû gelên bindest, em cejna we ya Remezanê pîroz dikin

Qeydên atolyeyên serdema biharê   ( ,  ,  ,  ) berdewam dikin. Hûn dikarin bi rêya lînka li jêr qeyda xwe çêkin.https://...
15/03/2023

Qeydên atolyeyên serdema biharê ( , , , ) berdewam dikin. Hûn dikarin bi rêya lînka li jêr qeyda xwe çêkin.

https://l24.im/wEQA

Atolyeyên serdema biharê   ( ,  ,  ,  ) dest pê dikin. Hûn dikarin bi rêya lînka li jêr qeyda xwe çêkin.https://l24.im/w...
11/03/2023

Atolyeyên serdema biharê ( , , , ) dest pê dikin. Hûn dikarin bi rêya lînka li jêr qeyda xwe çêkin.

https://l24.im/wEQA

Daxuyaniya me û saziyên zimanê   ya bi boneya   bi kurmancî, kirmanckî û îngilîzî li jêr e. Bi boneya vê rojê kesên ku d...
21/02/2023

Daxuyaniya me û saziyên zimanê ya bi boneya bi kurmancî, kirmanckî û îngilîzî li jêr e. Bi boneya vê rojê kesên ku di 'ê de jiyana xwe ji dest daye em ji malbatên wan û gelê xwe re serxweşiyê û ji birîndaran re şîfayê dixwazin.

Sê pirtûkên wekî şekiran ji bo biçûkêd kurdan derketin.   dikarin bi rêya van pirtûkan kurmanciya xwe pêşve bibin. 1. Hî...
14/01/2023

Sê pirtûkên wekî şekiran ji bo biçûkêd kurdan derketin. dikarin bi rêya van pirtûkan kurmanciya xwe pêşve bibin.
1. Hînker Zarok (Hînbûna Kurmancî)
2. Mamik û Zûgotinok
3. Kundoyê Zana û Awaza Ajalan (Çîrok)

Kerem bikin, tevî Peşkê bibin, dîyarîyên xwe bistînin.
14/01/2023

Kerem bikin, tevî Peşkê bibin, dîyarîyên xwe bistînin.

Hejmara 29an a  'ê derket. Di vê hejmarê de dosyeyek li ser  'yê hatiye amadekirin û her wiha nivîs li ser folklor û zim...
06/12/2022

Hejmara 29an a 'ê derket. Di vê hejmarê de dosyeyek li ser 'yê hatiye amadekirin û her wiha nivîs li ser folklor û zimanê kurdî hene. Me ev hejmar di şexsê 'ê de pêşkêşî hemû şehîdên zimanê kiriye. Sêvê Demîr û hevalên xwe Fatma Uyar û Pakîze Nayir di 4ê Çileya 2016an de li Sîlopiyayê hatibûn qetilkirin.

📢 AGAHDARÎYEKE ÇAK Û SÛDBEXŞ!Atolyeyên me yên Serdema Payîzê 15ê cotmehê dest dikin. 🎊🎉Agahîyên atolyeyan li ser afîşê û...
07/10/2022

📢 AGAHDARÎYEKE ÇAK Û SÛDBEXŞ!
Atolyeyên me yên Serdema Payîzê 15ê cotmehê dest dikin. 🎊🎉
Agahîyên atolyeyan li ser afîşê û formê hene. Ji kerema xwe, ji bo qeydê forma li xwarê dagirin.

👇
https://t.co/pgwCpwNiOy

Zana û arifê kurd, dildarê rêya azadîyê, yekemîn serokê sazîya me   30 sal berî niha îro rastî êrişeke hêzên tarîperest ...
20/09/2022

Zana û arifê kurd, dildarê rêya azadîyê, yekemîn serokê sazîya me 30 sal berî niha îro rastî êrişeke hêzên tarîperest û tirsonek hat û tev li karwanê nemiran bû. Em bi hurmet û hezkirin wî bi bîr tînin û soza biserxistina têkoşîna wî pêşengê delal didin.

📢 Bi gotûbêjeke nû em li pêşberî we ne. Em ê bi Dr. Erdal Sîpan re li ser her du berhemên wî yên li ser tenduristîyê û g...
08/09/2022

📢 Bi gotûbêjeke nû em li pêşberî we ne.

Em ê bi Dr. Erdal Sîpan re li ser her du berhemên wî yên li ser tenduristîyê û girîngiya zimanê dayikê di tenduristîyê de xeber bidin.
Bi beşdarîya we em ê kêfxweş bin.
🗓️ 10.09.2022, Şemî
⏰ 19:00

Address

Cibali Mah. Atatürk Bulvari No:21/301, Fatih/Istanbul
Istanbul
34083

Opening Hours

Monday 10:00 - 19:00
Tuesday 10:00 - 19:00
Wednesday 10:00 - 19:00
Thursday 10:00 - 19:00
Friday 10:00 - 19:00

Telephone

+902126218200

Alerts

Be the first to know and let us send you an email when Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê posts news and promotions. Your email address will not be used for any other purpose, and you can unsubscribe at any time.

Contact The Establishment

Send a message to Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê:

Share

Category