22/05/2026
Barê Hespê Mîrê Qoçgîrî: Bîr û Bîra Hember a Şînê
Ali Duran Topuz
1
Qoçgîrî civakeke şînê ye. Li Qoçgîrî şîn wekî rîtueleke berdewam û bêdawî bi teqwîmê ve girêdayî ye. Şîngotin di her qonaxên vê teqwîmê de cih digire. Fîgurê herî girîng ê her qonaxê ne pîr e, ne xoce ye, ne jî xwediyê cenaze ye lê “şaîr” e. Pîr erkanê digerîne, xoce Quranê dixwîne, xwediyên cenaze digirîn lê şaîr yanê şînbêj hem wekî nîşandana hevpariyê êşê sivik d**e û hem jî bi vegotinên estetîk di bîra civakî de ji yê mirî re cih û war çêd**e.
Bo Qoçgîriyan her helbestvan şaîr nîne, kî dikaribe kilamên şînê bibêje şaîr ew e; yên ku dikarin kilamên nû derxinin şaîrên herî rûmetgiran in. Şaîr bi piranî jin in lê mêrên Qoçgîrî jî kilamên şînê dibêjin; bo Qoçgîriyan girîn û şîngotina mêran ne eyb e ne jî şerm e û şînbêjên navdar ên mêr jî ne kêm in. Berê jî wiha bû îro jî wiha ye.
Teqwîma yekem a şînê ji roja mirinê dest pê d**e û heta “rakirina mezel”, bi gotineke din heta “çêkirina mezel” yanê salekê didome. Teqwîma duyemîn salane ye; gelê Qoçgîrî her sal bi hev re diçin ser mezelan, peşî şînê dikin, (kilamên şînê) distirên, paşê rûdinin nan û loqmeyên xwe dixwin û bi qezî, gotin û çîrokan miriyên xwe yad dikin. Navê vê serdemê “Meheya/meha Mezelan” e, ji dawiya gulanê dest pê d**e û heta nîvê hezîranê diçe. Di vê serdana kolektîf de gelê gund pêşî gornên xwe paqij dikin û dixemilînin, paşê hem kilamên şînê yên nû û hem jî yên sedan salan bi hev re distirên. Ji ber vê sedemê hin kilam qet nayên jibîrkirin; sal bi sal rêz û beytên nû lê zêde dibin. Kilama “Mîro” yek ji van kilaman e; mijara vê gotarê ev kilam e û “Mîro” Alîşan Begê Qoçgîrî ye.
Alîşan Beg serokekî siyasî û civakî bû. Ew û birayê wî Heyder Beg lawikên Mistefa Paşa bûn. Herdu bira (tevî Zerîfe Xanım, Alîşêr Efendî, Nurî Dêrsîmî û yên din) pêşengên serhildana Qoçgîrî bûn. Piştî serhildan têk çû Zerîfe, Alîşêr û Nurî bi hin kesên din va çûn Dêrsîmê. Hikûmeta Enqereyê Alîşan û Heyder Beg şandin sirgûnê. Herdu Beg heta sala 1931ê li Stenbolê man; wê salê efû derket û vegeriyan Qoçgîrî. Du salan paşê li İmranliyê bi bombeyekê Alîşan Beg hate kuştin, Heyder Beg jî birîndar bû. Plankerê vê êrîşa xwînî qeymeqamê Zerayê ye.
Fîlolog û teorîsyenê vegotinê Vladimir Propp, ji aliyê wêjeyê ve zêmaran di nav cureyên helbesta epîk, lîrîk û rîtûelî de bi cih d**e. Ew bi taybetî li ser qîmetê agahîdayînê yên zêmarên gelêrî radiweste. Li gorî wî, bi nêrîna zêmaran mirov dikare jiyana rojane ya gundekî ji nû ve ava bike; ew wiha dibêje: “Kilamên şînê rastiyê rasterast radixînin ber çavan.” (1998, r.54).
Çavdêriyên Vladimir Propp ên li ser zêmarên civaka rûsan, ji bo Qoçgîrî jî rast in; lê ew qîmetê stranên şînê yên gelêrî kêm dibîne û wan li derveyî asta edebiyata bilind, wekî kelepûrên herêmî, di nav folklorê de bi cih d**e. Li gorî wî di kilamên şînê yên gelêrî de hestên şexsî derd**evin pêş.
Bi rastî jî bi guhdarkirina kilama Mîro em hestên şexsî yên xwişk û keça Alîşan Beg ji devên wan dibihîzin; em dikarin jiyana rojane ya bi sedan salan berê ji nû ve ava bikin, yanê heta vir Propp rast e lê mafê wî heta vir e, ji ber ku ew di heman pirtûkê de wiha dibêje: “… kilamên şînê (yên gelêrî, not ya min e) cureyên emrkin in. Ji aliyê avabûna xwe ya hestyar ve lirîk in, lê ji aliyê fonksiyona xwe ve girêdayî helbestên rîtûelî ne. Gava bingeha ku helbesta rîtûelî xwedî d**e ji holê rabe, tevî hemû serkeftinên xwe yên bilind, kilamên şînê mehkûmê windabûnê ne.” (1998, r. 55). Kilama Mîro nêzikî sed salan e li deverên cuda yên Koçgiriyê bi guhartoyên curbicur tê gotin. Herçiqasî ji dûr ve herêmî û hestiyar xuya bike jî dema mirov ji nêz ve lê dinêre, diyar dibe ku qet ne wisa ye. Ji nêz ve baş tê dîtin ku mesele ne tenê malbatek an jî gundek e, ne kesek û hest û ramanên kesane ne. Ev kilam ji aliyekî ve şexsî ye lê ji aliyê din ve wekî kaniyekê bîr û bîra hember a hevpar a civakê ye; tê de nasnameya kolektîf a neteweyî û dîrokî vêşartî ye. Kilam bi deng û gotinê wê nasnameyê hem ava d**e hem diparêze û hem jî digihînê nifşên têyî. Bi ayîn a ser mezelan jî emrê kilamê dirêj dibe. Di vî warî de fonksiyona şaîrên Qoçgîrî dişibe ya dengbêjan lê berevajî dengbêjan ew bi nav û dengên xwe dernakevin pêş, hertim bi ritûela şînê ve girêdayî dimînin. Kilamên şînê di civîn û meclîsên din de jî tên gotin le çi heye li wan deran jî van kilaman wekî duet an jî trîoyan dibêjin, hemû beşdarên civînê dengê xwe tevî dîsgotinan dikin.
Ji bo vê nivîsê min 12 çarîn (bi rastî du ji wan pêncane ne) û du dîsgotinên kilama Mîro anîn cem hev, lê dibe ku li devereke din rêz, beyt an jî çarînên din hebin. Piştî min dest bi vê xebatê kir, dotmama birêz Güler Gültekin (xwişka Hasret Gültekin, nêviya Alîşan Beg) ji min re çarîneke (ya bi hejmara 5an) ku min qet nebîhistîbû şand. İro an jî sibe kesek dikare rabe û çarîneke nû jî bibêje.
Ji ber ku cihê me teng e di vê gotarê de ez ê bi piranî li ser hesp û li ser tevna wateyên sembolîk ên ku li dor hesp hatine honandin bisekinim; hebekî jî qala hin hûrgiliyên têkildar bikim.............
1
Hespê Mîrê min qir û tazî
Giran giran bikişîn ser kurnê mazî
Çiqa ku li rûyê dinê digerim
Malê dinê alemê gîştiyê bidin
Feleka qehpe nabî razî
De Mîro Mîro mîrê mîran
Kilîda deriyê’di Qoçgîriyan
2
Odê bavê min dew du dar in
Min go şeşî sêv in şêş jî nar in
Çiqa li rûyê dinê digerim
Hêla bavê xwe ra wistîxwar im
3
Hespê Mîrê min qir û hêşin
Tere dilîze li ser nîngê pêşîn (paşîn)
Birînên mîrê min pir giran in
(De dilê min jî jê re dêşe)
De dilê eşîr jî jê ra dêşin
4
De Mîro Mîro mîrê mîran
Karê te çi ye li Sêwazê li nav Macîran
De rabe rabe Mîro rabe
Xewa sibê pir xirab e
Xewa sibê pir giran e
5
De Mîro Mîro mîrê mîran
Caran van zalimana me ra dibin cîran
Were keviya xanga xwe rûni
Em li Macîran hevra bibinê cîran
6
Hespe Mîrê min qir û boz e
De rê ra mere rê bi toz e
Dilê xenga wî ji wî sû ye
De lomane jî bi lêv û poz e
Birîna mîrê min pir xedar e
Ez jî ji wî ra kûr dinalim
7
Hespê mîrê min qir û reş e
Tere dilîze li ser nîngê pêş e
Birînê mirê min pir giran e
Dile min jî wî ra dêşe
De Mîro Mîro mîrê mîran
Karê te çi ye li Sêwazê li nav Macîran
8
Şu İmranli’nin tewzîrlerî
Birbirinden ayirdiler wezirleri
Kör olasın Gaxûr xwînî
Sana ne etti beşikteki quzuleri
(Wan tewzîrên Macîran
Ji hev qetandin wezîran
Kor bûyî Gaxûrê xwînî
Te ra çi kirin berxên dergûşan)
9
Begê min begê min mîrê mîran
Ew kilîta heft eşîran
Alşan begê ra dost biskinî dijmin gîriyan
Te ra go mere cîrantîka qanlî (xwînî) Macîran
10
Li pişta begê min şûrê Şamê
Gaxûr bumba xwe girt çû ber camê
Heq û Ellah yox (tune) Gaxûr xwînî
Alşan Beg tu sê caran xelas kirî ji êdamê
11
Min go begê min rûnişt li heyatê
Ser xwe da berda qordîna seatê
Lilo pismamê xwînî çitan qimîşê bûy
Kî toreya Alşan begê dide caba hikûmatê
12
Go begê min rûnişt li tenga dêrî
Di ber piştê da şeyik û hêlî (neynûk, eynik)
Lo tu çitan qimîşi wî pismamî bûyî
Kî tora Alşan begê dide caba qeymeqêm û wêlî
Çavkanî
Akyürekli, M. (2016). Koçkıri Kırımı 1920-1921. Tarih Kulübü Yayınları.
Benjamin, W. (1993). Pasajlar (A. Cemal, Wer.). Yapı Kredi Yayınları.
Kendav, A. (2024). Koçgirililer. Gün Yayıncılık.
Propp, V. (1998). Folklor teori ve tarih (N. Hasgül & T. Tanyel, Wer.). Avesta Yayınları.