Eurodram Kurdî

Eurodram Kurdî Eurodram toreke wergera şanoyê ya Ewrûpayê ye ku bi zimanên Ewrûpayê, Deryaya Spî û Asyaya Naverast kar d**e.

Encama Bijartina Komîteya Kurdî ya Eurodramê ya 2022anEndamên komîteyê xwendin û nirxandinên xwe bi dawî kirin û her end...
06/04/2022

Encama Bijartina Komîteya Kurdî ya Eurodramê ya 2022an

Endamên komîteyê xwendin û nirxandinên xwe bi dawî kirin û her endamê/î deng û puanên xwe dane wan şanonameyan û encamên xwe dîyar kirin û ew encam bo Eurodrama navneteweyî ragihandin. Bi vî awayî, Komîteya Kurdî ya Eurodramê, piştî damezrîna xwe, çalakîya xwe ya duyem pêk anî.

Em pirr bextewar in ku encamên xwe yên bijartinê eşkere dikin. Em malavayîyê li hemû nivîskaran dikin ku şanonameyên xwe bo Eurodrama Kurdî şandine. Her wiha, em wan nivîskaran pîroz dikin ku şanonameyên wan hatine hilbijartin, û hêvîya serkeftinê ji wan re dixwazin. Rêya nivîskaran û şanonameyan vekirî be.

Suprîzeke me jî heye
Komcivîna Eurodrama navneteweyî ya ku her sal li welatekî û li bajarekî cuda tê lidarxistin, û herî dawî jî li Madrîda Spanyayê pêk hatibû, heger tengasîyek çênebe îsal dê di meha Cotmehê de li Amedê bi rê ve biçe û di vê komcivînê de bo komîteyên zimanên din em ê danasîna van şanonameyên hilbijartî û her wiha danasîna nivîskarên van şanonameyan bikin da ku rêyeke gerdûnî vebe bo şanonûsan.
Hilbijartina 2023an

Em ê îsal hilbijartina şanonameyên nûjen bikin ku ji zimanên bîyanî ji bo kurdî/kurmancî hatine wergerandin. Di demeke nêz de bangewazî û şertên serîlêdanê wê bên eşkerekirin. Li hêvîye bin. Armanca me ew e ku rêyekê vekin ji bo motivasyona wergerandina şanonameyên nûjen.

Piştî dengdana Komîteya Kurdî, ev encam bi dest ve hat:
1. Leylan – Yusuf Unay
2. Du Xençer – Kemal Orgun 3. Diran – Bawer Rûken
Lîstik – Ömer Şahin, Rugeş Kırıcı, Cihat Ekinci
(Du lîstik heman puanê wergirtin û bûn sêyemîn)

Komîteya Kurdî ya Eurodramê

Ji bi serlêdanê îro roja dawî ye!Ji bo forma serîlêdanê herin lînka bîoyê an jî herin adresa bloga Komîteya Kurdî ya Eur...
15/03/2022

Ji bi serlêdanê îro roja dawî ye!

Ji bo forma serîlêdanê herin lînka bîoyê an jî herin adresa bloga Komîteya Kurdî ya Eurodramê. Em nizanin çima lê Facebook û Instagram bloga me asteng kiriye, lewma em nikarin adresê li vir binivîsin. Adresa bloga me li ser dîmena jorîn dinivîse.

#2022

12/02/2022

Ji bo serîlêdanê herin lînka bîoyê.             #2022
08/02/2022

Ji bo serîlêdanê herin lînka bîoyê.

#2022

Koordinatorê Komîteya Kurdî Ya Eurodramê Mîrza Metîn  , tevlî civîna lijneya giştî ya Eurodramê bû, li Madrîdê (Îspanya)...
01/12/2021

Koordinatorê Komîteya Kurdî Ya Eurodramê Mîrza Metîn , tevlî civîna lijneya giştî ya Eurodramê bû, li Madrîdê (Îspanya) hin daneyên li ser rewşa lîstiknûsiya kurdî parve kir. Di demeke nêz de em ê geşedanên nû parve bikin.

Mêjuya da dawîn bo vegirtina şanonameyan heta 15ê Sibatê hate dirêj kirin! @ Istanbul, Turkey
14/01/2020

Mêjuya da dawîn bo vegirtina şanonameyan heta 15ê Sibatê hate dirêj kirin! @ Istanbul, Turkey

Dema serlêdanê hate dirêj kirin. @ Istanbul, Turkey
14/01/2020

Dema serlêdanê hate dirêj kirin. @ Istanbul, Turkey

Address

Istanbul

Alerts

Be the first to know and let us send you an email when Eurodram Kurdî posts news and promotions. Your email address will not be used for any other purpose, and you can unsubscribe at any time.

Contact The Establishment

Send a message to Eurodram Kurdî:

Share

Category