Fecri Acar

Fecri Acar İmam Hatip ilahiyat yazar

PİRS: Kesê ku di rekata çaremîn a nimêjeke çar rekatî de bigihîje cemaatê, nimêja xwe çawa temam d**e?​BERSİV: Kesekî ku...
07/06/2026

PİRS: Kesê ku di rekata çaremîn a nimêjeke çar rekatî de bigihîje cemaatê, nimêja xwe çawa temam d**e?

​BERSİV: Kesekî ku di rekata çaremîn a nimêjeke çar rekatî de (çi li ser piyan, çi jî di rûkûê de) bigihîje îmam û li pey wî bisekine, ew ligel îmam rûdine teşehedê (Tahiyaatê).

Gava ku îmam ber bi aliyê xwe yê çepê ve got "Esselamû...", ew kes yekser radibe ser piyan. "Sûbhaneke", "Eûzû besmele", "Fatiha" û hinek ji Quranê (sûreyekê) dixwîne.
Piştî rûkû û secdeyan rûdine. Tenê "Tahiyyat"ê dixwîne û radibe ser piyan.
Bi besmeleyê, "Fatiha" û hinek din ayetên Quranê dixwîne.
Piştre diçe rûkû û secdeyan, bêyî ku rûne radibe ser piyan.
Tenê bi besmele û Fatihayê rekatgirtinek din jî d**e (nimêj d**e) û rûniştina dawî d**e. "Tahiyyat", selewat û duayan dixwîne û bi silavdayînê nimêja xwe temam d**e.

​Secdeya sehwê (secdeya şaşbûnê) ne hewce ye.

​Bi silav û rêzgirtinên min,

03/06/2026
Her roj fetwayeki nû...
01/06/2026

Her roj fetwayeki nû...

PIRS:Pêşiya lingên min nexweşiyek heye û doktor ji min re gotiye ku ez corabê varîsê bikim. Divê ez vê corabê dernexim. ...
31/05/2026

PIRS:
Pêşiya lingên min nexweşiyek heye û doktor ji min re gotiye ku ez corabê varîsê bikim. Divê ez vê corabê dernexim. Ez ê çawa abdest bigirim?

BERSİV:
Heke doktor ji kesekî re gotibe ku corabê varîsê bikar bîne û dernekeve, divê ew tedawî bi baldarî were meşandin.
Dema ku abdest pêwîst bibe, wekî alçî an jî sarîya birînê, li ser corabê varîsê mesh kirin caiz e. Di her abdesta nû de carekê li ser corabê mesh tê kirin. Tenê beşên lingan yên ku xuya ne divê werin şûştin. Ev corab bi abdest an bê abdest hate kirin, ferq nake. Bi meshkirinê ew endam bi hukmê şer'î wekî hatî şûştin tê hesibandin.
Heke derxistina corabê varîsê zirarê bide an ne pêkan be, di guslê de jî li ser wê mesh kirin caiz e.
Kesê ku li ser corabê varîsê, alçî an sarîya birînê mesh d**e, ne wekî xwediyê uzrê ye ku ji bo her demê nimêjê abdesteke nû bigire. Bi wê meshê dikare ji bo çend demên nimêjê nimêj bike û îmamtiyê jî bike.
Bi silav û rêzdarî

PİRS:Dema jimêjêra tenê 3-4 deqîqe maye. Heke ez bi avê destnimêjê bigirim, nimêj ji min derbas dibe. Ma ez dikarim bi a...
30/05/2026

PİRS:Dema jimêjêra tenê 3-4 deqîqe maye. Heke ez bi avê destnimêjê bigirim, nimêj ji min derbas dibe. Ma ez dikarim bi axê teyemum bikim û nimêjê bixwînim?

BERSİV:Na, ev caiz nîne. Heke tu bi avê destnimêjê negihîjî û demjimêr derbas bibe, wê nimêjê paşê qezayê bikî. Lê tu dikarî destnimêjê bi l*z, bi tenê farzên wî pêk bînî û nimêjê jî bi farz û vacibên xwe re hinekî bi l*z bixwînî. Lê divê em nimêjên xwe ji bo demên teng nehêlin.

Du rewş hene ku heke em bi avê destnimêjê bigirin, nimêjê nagihîjin; di van rewşan de em dikarin teyemum bikin: nimêja cenazeyê û nimêja cejnê. Ji ber ku van nimêjan qezaya wan tune ye û şûna wan nimêjek din jî nayê kirin. Lê bê destnimêj xwendina wan jî caiz nîne.

Di nimêja Înê (Cumayê) de heke destnimêja me bişkê, em nikarin bi teyemumê nimêjê bidomînin. Ji ber ku heke Cumayê ji dest bide, şûna wê nimêja nîvro (zuhr) tê xwendin.

Bi silav û rêzdarî.

PİRS: Li gor mezheba Şafiî, serişuştin ji bo guslê bes e?BERSİV: Eger kesek niyeta guslê bike û av bigihîne hemû laşê xw...
29/05/2026

PİRS: Li gor mezheba Şafiî, serişuştin ji bo guslê bes e?

BERSİV: Eger kesek niyeta guslê bike û av bigihîne hemû laşê xwe, gusla wî durust e. Di mezheba Şafiî de avdana dev û pozê sünnet e, ne farz. Lê divê mirov baldar be ku cihêk ji laş hişk nemîne.

PİRS: Li gorî mezheba Şafiî, kesê ku ji bo hec an umreyê d**eve ihramê, heger nimêja ihramê nekiriye, gelo ihrama wî der...
28/05/2026

PİRS: Li gorî mezheba Şafiî, kesê ku ji bo hec an umreyê d**eve ihramê, heger nimêja ihramê nekiriye, gelo ihrama wî derbasdar dibe? Hukmê nimêja ihramê çi ye?

BERSİV: Erê, ihram derbasdar e. Li gorî mezheba Şafiî, ruknên ihramê niyet û telbiye ne. Nimêja ihramê sunnet e, ne farz û ne şertê ihramê ye. Ji ber vê yekê, heger kesek nimêja ihramê neke jî, ihrama wî derbasdar dibe û ceza jî li ser nîne.
Sunnet e ku berî ihramê du rek‘et nimêj were kirin. Heger gengaz be, di rek‘eta yekem de sûreta “Kafirûn”, di ya duyem de sûreta “Îxlas” were xwendin. Heger van sûretan nizanibe, ew qasê ku ji Qur’anê dizane dixwîne.

Jineke ku di heyza xwe de ye d**eve ihramê, lê nimêj nake. Ji ber ku heyz ne asteng e ji bo ihramê.
Bi silav û rêzdariyê

Cejnawe â kurbanê pirozbe...
27/05/2026

Cejnawe â kurbanê pirozbe...

Pirs: Dema ku em qurbaniyê dibirin, divê herî zêde bala xwe bidin çiyan?Bersiv:Serjêkirina qurbanê piştî namaza eyîdê de...
26/05/2026

Pirs: Dema ku em qurbaniyê dibirin, divê herî zêde bala xwe bidin çiyan?

Bersiv:
Serjêkirina qurbanê piştî namaza eyîdê dest pê d**e.
Divê em Besmele bixwînin. Besmele du awayan heye:

بسم الله الرحمن الرحيم
Bismillâhirrahmânirrahîm

بسم الله الله اكبر
Bismillâhi Allâhu Ekber
Di serjêkirina heywanan de ev ya duyemîn tê xwendin.

Heke ne pêwîstiyeke mecbûrî h**e, baş e ku heywan di dema serjêkirinê de hev nebînin.

Dema serjêkirinê de divê em heywan ber bi qibleyê bikin û bi l*z karê serjêkirinê pêk bînin. Divê heywan bê êş û eziyet, bi kêrê tûj û ji aliyê kesê ehil ve were serjêkirin.

Divê em bala xwe bidin rêbaza serjêkirinê. Divê em qirika xwarinê, qirika hewayê û ji her du damarên mezin kêmî zêde yekê bi hev re bibirin.

Wateya vê ew e ku di serjêkirina qurbanê de jî divê em hemû şertên serjêkirina asayî ya heywanan biparêzin. Di navbera wan de cudahiyek tune ye. Di wê demê de divê em nexayê piştê (omurilik)
nebibirin.

Berî ku heywan bi tevahî bimire, divê em serê wî ji laşê wî cuda nekin. Divê can bi tevahî derkeve.

Dema ku em heywanan dibirin, divê em gelek bala xwe bidin paqijiya derdorê.

Bi silav û rêzdariyan

Tekbîrên Teşrîqê ji bîr nekin!

Address

Merkez
Istanbul
04100

Website

Alerts

Be the first to know and let us send you an email when Fecri Acar posts news and promotions. Your email address will not be used for any other purpose, and you can unsubscribe at any time.

Shortcuts

Share

Category