Li Berlîn Huner Êdî Bi Kurdî ye

Li Berlîn Huner Êdî Bi Kurdî ye Di warê şano(tiyatro), muzîk, wêje(edebîyat), wêne(resim) û qursên Kurdî de xebat di demek nêzik de destpêdike.
(8)

Bi însîyatîfa çend hevalên welatparêz li Berlînê ji bo ku valahîya di warê çand û hunerê de bê dagirtin xebatek hate destpêkirin. Di vê çarçovê de civînek hate li dar xistin û di serî de li Berlîn bi giştî jî li Ewropa rewşa çand û hunerê hate nirxandin. Pirsgirêkên civaka me jiyan dikin, zarokên me yê li dervî çanda xwe mezin dibin û peşveçûna pişavtina(asimilasyona) ziman û çandî hate destgirtin

. Li cîhekî wekî Berlîn ku nêzî sed hezar Kurd û Kurdîstanî jiyan dikin bi ziman, çand ù hunera xwe rêxistinkirina jiyanê ji bo ava kirina siberoja civakê wekî tespîteke bingehîn û serekê hate qebûl kirin. Di vê çarçovê de li ser girîngîya sazîbûnê hate rawestandin ù têrnekirina sazîyên heyî wekî ramanek hevpar derket holê. Li vê gorê ji bo ku pêngavek nû di warê çand û hunerê de bê destpêkirin girîngîya tevlêbûna kesên rewşenbîr û hunermend nav vê xebatê hate destnîşan kirin. Ji bo ku di vî warî de xebatên mîna şano, muzîk, atolyeyên nivîskarî û wênesazîyên, konferans û perwerde bêne kirin peydekirina cihekî û avahîyekê wekî karekî sereke hate diyar kirin. Li gel vê yekê heta ku cihek ku bibe navenda çand û hunerê bê vekirin li cî û warên sazîyên me yên heyî destpêkirina atolyeyên û qursên hunerê wekî nêrînek hevpar derket holê. Ji bo hevalên û hunermendên tevlî van xebatan bibin bûyina welatparêzek fedakar wekî şerteke sereke û bingehîn hate pejirandin. Li gorî derfetên qanûnî di rojên pêş de bi rêya hevalên parêzer ji bo sazîbûna waqifekê an jî komelekê serî lê dayin wekî biryar hate qebûl kirin. Ji bo nûnerên hemû beşên civaka Kurd di vê xebatê de cîh bigrin tevlê kirina kesên cuda, hunermend, rewşenbîr û xwendekaran wekî biryarek hevpar hate dest girtin. Dîsa ji kesên cuda yên deverên Kurdistan pêkanîna lijneya sazûmanker û rêveber wekî ferasetek bingehîn hate dîtin û ji bo vê xwe gihandina kesên li gorî vê yekê wekî peywir hate pejirandin. Di vê bingehê de em hemû heval û dostên welatparêz û bi hunerê re eleqedar vedixwînin (dawet dikin ) nav vê xebatê.

Adresse

Residenzstraße 53-54
Berlin
13409

Öffnungszeiten

Montag 09:00 - 20:00
Dienstag 09:00 - 20:00
Mittwoch 09:00 - 20:00
Donnerstag 09:00 - 20:00
Freitag 09:00 - 20:00
Samstag 09:00 - 20:00
Sonntag 09:00 - 20:00

Telefon

+493093908426

Produkte

şano(tiyatro), muzîk, wêje(edebîyat), wêne(resim) û qursên Kurdî

Benachrichtigungen

Lassen Sie sich von uns eine E-Mail senden und seien Sie der erste der Neuigkeiten und Aktionen von Li Berlîn Huner Êdî Bi Kurdî ye erfährt. Ihre E-Mail-Adresse wird nicht für andere Zwecke verwendet und Sie können sich jederzeit abmelden.

Service Kontaktieren

Nachricht an Li Berlîn Huner Êdî Bi Kurdî ye senden:

Teilen

Kategorie

Daxûyanî

Bi însîyatîfa çend hevalên welatparêz li Berlînê ji bo ku valahîya di warê çand û hunerê de bê dagirtin xebatek hate destpêkirin. Di vê çarçovê de civînek hate li dar xistin û di serî de li Berlîn bi giştî jî li Ewropa rewşa çand û hunerê hate nirxandin. Pirsgirêkên civaka me jiyan dikin, zarokên me yê li dervî çanda xwe mezin dibin û peşveçûna pişavtina(asimilasyona) ziman û çandî hate destgirtin. Li cîhekî wekî Berlîn ku nêzî sed hezar Kurd û Kurdîstanî jiyan dikin bi ziman, çand ù hunera xwe rêxistinkirina jiyanê ji bo ava kirina siberoja civakê wekî tespîteke bingehîn û serekê hate qebûl kirin.

Di vê çarçovê de li ser girîngîya sazîbûnê hate rawestandin ù têrnekirina sazîyên heyî wekî ramanek hevpar derket holê. Li vê gorê ji bo ku pêngavek nû di warê çand û hunerê de bê destpêkirin girîngîya tevlêbûna kesên rewşenbîr û hunermend nav vê xebatê hate destnîşan kirin. Ji bo ku di vî warî de xebatên mîna şano, muzîk, atolyeyên nivîskarî û wênesazîyên, konferans û perwerde bêne kirin peydekirina cihekî û avahîyekê wekî karekî sereke hate diyar kirin. Li gel vê yekê heta ku cihek ku bibe navenda çand û hunerê bê vekirin li cî û warên sazîyên me yên heyî destpêkirina atolyeyên û qursên hunerê wekî nêrînek hevpar derket holê. Ji bo hevalên û hunermendên tevlî van xebatan bibin bûyina welatparêzek fedakar wekî şerteke sereke û bingehîn hate pejirandin.

Li gorî derfetên qanûnî di rojên pêş de bi rêya hevalên parêzer ji bo sazîbûna waqifekê an jî komelekê serî lê dayin wekî biryar hate qebûl kirin. Ji bo nûnerên hemû beşên civaka Kurd di vê xebatê de cîh bigrin tevlê kirina kesên cuda, hunermend, rewşenbîr û xwendekaran wekî biryarek hevpar hate dest girtin. Dîsa ji kesên cuda yên deverên Kurdistan pêkanîna lijneya sazûmanker û rêveber wekî ferasetek bingehîn hate dîtin û ji bo vê xwe gihandina kesên li gorî vê yekê wekî peywir hate pejirandin. Di vê bingehê de em hemû heval û dostên welatparêz û bi hunerê re eleqedar vedixwînin (dawet dikin ) nav vê xebatê.