27/05/2026
Ji ber ku di 27'ê Gulana 1925'an de piştgirî dabûn Şêx Seîd Efendî, der heqê wan de biryara îdamê hat birîn û hatin şehîdkirin;
Serokê Cemiyeta Teavun û Teraqiya Kurd, Seyîd Evdilqadirê Nehrî;
Xwest ku kurê wî Seyîd Mihemed piştî wî bê îdamkirin, lê ev daxwaza wî nehat qebûlkirin.
Kurê wî li ber çavên wî hat îdamkirin.
6 Ronakbîr û Neteweyiyên Kurd ên ku hatin şehîdkirin:
Seyîd Evdilqadirê Nehrî,
Parêzer Hacî Ahtî (Bavê Tujo),
Kemal Fevzî (Nivîskarê Rojnameya Kurdistanê),
Seyîd Mihemedê Nehrî,
Ebdullah Sadiyê Paloyî,
Xoca Eskerî
Gotinên dawî yên Seyîd Evdilqadirê Nehrî yên berî îdamê:
-Hûn jixwe di warê şewitandin û wêrankirinê de xwedî navûdengiyeke mezin in. We vir jî kir Kerbela. Vê yekê baş bizanibin ku bi wehşet û mêtingeriya bêînsaf, şan û şeref nayê qezenckirin.
Gotinên Nivîskarê Rojnameya Kurdistanê Kemal Fevzî:
-Kurdistana bihişt ya me ye. Xwediyê malê em in û kî çi dibêje bila bêje, em ê dîsa têkevin hundir, tu hêz nikare li pêşiya mê bibe asteng, ji ber ku ew ya me ye...
Em mezinên hêja yên Kurd, yên ku di rêya doza maf, edalet û azadiya gelê xwe de hatin qetilkirin, bi rêz, rehm û minetdarî bi bîr tînin.
Ruhên wan ên ezîz şad bin.
Komeleya Şêx Seîd û Re Hevalên Wî