Ziman Û Wêje

Ziman Û Wêje Belavkirina Ziman û Wêje ya Kurdî û guhdan bi wan,

Ez ne dîn im Ku te dibînim Ez d**enim û dîn dibim Sermest dibimEz şa dibimSema dikimKu te dibînim Kevoka minHêviya minDe...
09/10/2019

Ez ne dîn im
Ku te dibînim
Ez d**enim
û dîn dibim

Sermest dibim
Ez şa dibim
Sema dikim
Ku te dibînim

Kevoka min
Hêviya min
De bes here
Keçê dîn im

Helbestvan:Xelîl Alûcî

09/10/2019

Bê ku baran bibare
Zeytûn rûçikandin
Çav pirçiyan

Li ser birînên dev vekirî
Nêçîrvaniya xwe dikin
zikpirçî

Ji hev cûda nakin
Zeytûn û gûz
Mijiyên girtî

Ji çolistana hatin
Em koçber kirin
Zordara

Bê mêrantî
Cih ,warên me talankirin
Mirûz rvoyan
EFRÎN #

08/10/2019

&.Rewşa Rojava.&
=============================
Welatê nin, wêran kirin
Dema ket, destê nezana
Gelê Kurdî, şad ne kirin
Ne li deşt, û ne,l zozana
Xwe sipartin, bê kar û bar
Man benikê, dû hebana

Bi hev ketin, mîna dîka
Li panava, li meydana
Xwe firotin, bi metlîka
Bi vî rengê, pir arzana

Gel hiştin, wek hêka betê
Ber kaşo, û sewlecana
Heçê hat û, wî dişotê
Mîna goga, bê sermyana

Derfet hatin, bi hezara
Berpirs ketin, xweş bazara
Miletê Kurd, tarwar kirin
Huste xwarin, ber dîwara

Hin bin ax bûn, hin belav bûn
Hin sêwî man, hin hejar bûn
Gelek ji wan, penaber bûn
yên li welat0, man neçara

Hêvya min, ji Gelê
Kurdî
Li dîrokê, derkev xwedî
Mafê xwe, bi dest bîne cî
wek bav û kal, mîna her car

Dr.Umer Şêxê
26/9/2019

07/10/2019

أيها الطغاة تلكٓ الأرضُ بلادي
وطنُ أمي وأبي وأجدادي
حاضري مستقبلي مهدي ولحدي
هذا وطني وتراثي وأمجادي
أنا الاعصارُ في وجه المظالم
وعنوانُ التحدي وشبلُ الآسادِ
أنا العاصفةُ وروحي لا تهدأ
وموجٌ جارفا" كلٓ الأوغادِ
فأخرجوا من أرضي أيها الكفره
لا لن تُدنسوا قدسٓ أجدادي....

الشاعر :دهام شهاب

07/10/2019

Bi
🐩Kûçik
🐈Pisîk
🐄Çêlek
🐃Ga
🐑Mî
🐐Bizin
🐀Mişk
🐤Civîk
🕊Kevok
🦅Teyr
🦉Kund
🐢Kusî
🐟Masî
🦀Kêvcal
🦋Perperok
🐜Morî
🐝Moz
🐞Xalxalok
🦂Dûpişk
🐖Beraz
🐎Hesp
🐪Hêştir
🐇Kîvroşk
🦇şevşevok
🦃Ciliq
🐍Mar
🤚Dest
👏çepik
👀çav
👃Poz
👂guh
👅Ziman
👄Lêv
❤Dil
👓Berçavk
💍Gustîlk

07/10/2019

Pozê ku ne şewite, bi agir dûjehê jî nayê şewitandin.

07/10/2019

Helbestvan: Babîsok Amûdê

07/10/2019

Bê ked û xwêdanê
Tu naghêjî meydanê

H : Babîsok Amûdê

07/10/2019

Sê stêrk ketine di nav porê te
Ew jî zanin azadî li destê te
Wek zarokêk xwe weşartine
Di naw paxila te
Aramî digerin li ser levên te
Hevî dimeşe li ser bejna te
Hîv şerm d**e çav û birî û
Mijangên te
Stêrk yek bi yek dirijin
Tav ditemire ji ber kenên te
Ala renk dilīze lacika te
Parêzwanê welatin awirên te
Dil girtine pîroza bihûşta te
Bila azadî bîne gulav bêhna te..

Rozerîn

07/10/2019

Address

كوردستان سوريا-Kurdistana Sûrî
Amude

Telephone

+963937306761

Website

Alerts

Be the first to know and let us send you an email when Ziman Û Wêje posts news and promotions. Your email address will not be used for any other purpose, and you can unsubscribe at any time.

Share